WHO: Metirsî li ser rewşa Iraqê heye
Bi zêdebûna hejmara tûşbûyên Koronayê li Iraqê, vî welatî ragirtina geştên esamnî heya 5 rojên din dirêj kir, Rêxistinaa Tenduristiyaaa Cîhanê (WHO) haydariya zêdetir ya belavbûna virusê li Iraqê dide û ragihand, eger hejmara tûşbûyan zêde bibe, saziyên tendirustî yên Iraqê nikarin xwe li ber wê bigirn ne ku mu`cîze wan rizgar bike.
Nûnerê Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî li Iraqê, Ednan Newar ragihnad, eger Korona li Iraqê bibe pandemî, rewş dê “gelek metrisîdar be” û ji bo rawestandina belavûna vê, “mucîzeyek pêwîst e”.
Ednan Newar got, “welatên pêşketî yên weke Îtalya tevî ku binavahiyên wan ên tendirsutiyê bihêz in, lê kontrola vîrusê ji destê hikûmetê derketiye, binavahiya Iraqê westiyaye, tenê mucîze dikare Iraqê rizgar bike, eger bibe pandemî û belav bibe, saziyên tendirustiyê nikarin xwe li ber bigrin”.
Ednan Newar herwiha got:, Dê di hefteya bê de rewşa Iraqê zelal bibe, lê divê xelk pabendî rênimayiyan bibin û li malên xwe bimînin.
Wezareta Tendirustî ya Iraqê ragihandiye, roja Duşemê 23ê Adarê 33 kesên din tûşî korona bûne û hejmara giştî ya tûşbûyên vê vîrusê li seranserê wî welatî gihîştiye 266 kesan.
Li gor Wezareta Tendirustî ya Iraqê, 23 kes ji tûşbûyan canê xwe ji dest dane.