Parlemanterekî Iraqê: Kabîneya Zurfî li parlemanê dengê erê nastîne
Burhan El-Memûrî parlemanterê iraqî diyar kir ku Ednan el-Zurfî ji ber dijberiya Hevpeymaniya Fethh û Dewleta Qanûnê û Tevgera Hikmetê nikare dengê erê li parlemana Iraqqê bistîne.
Li gor IRIB Newsê, El-Memûrî got:Komên Hevpeymaniya Fethh û Dewleta Qanûnê û Tevgera Hikmetê ku di nav parlemana Iraqqê de pir bi deshilat û bi bandor in, li dijî serokwezzîriya Ednan Zurfî ne û ji ber viya pir muhtemel e ku kabîneya wî nikaribe dengê erê ji bo desspêkirina karê xwe bi dest xîne.
Vî parlemanterî herwiha got ku hîn ser kesekî din dewsa Zurfî hîn lihevkirine pêk nehatiye, ger Zurfî ji ser posta serokwezîriyê wêda were dayîîn , wê komên şîyî namzedekî nû bide nasandin , lê wer xuya dike Zurfî ti biryarek ji bo wêdaçûyînê nedaye û karê pêkanîna kabîneya dewletê pêşve dibe.
Berî viya jî Fraksiyona Bedr rexne li serokwezîriya Zurfî girtibû.
Hin komên şîyî bawer in Zurfî kesayetekî ser bi xwe nîne û li welatên biyannî yên wekî Amerîkayê ve girêdayî ye.