Bernameya dewleta pêşniyarî ya Zurfî radestî Parlimana Iraqê hat kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i314605-bernameya_dewleta_pêşniyarî_ya_zurfî_radestî_parlimana_iraqê_hat_kirin
Serokwezîrê Rasipartî yê Iraqê bernameya dewleta pêşniyarî ya xwe ku ji 16 beşan pêk hatiye, radestî Parlimana vî welatî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 04, 2020 13:27 Asia/Tehran
  • Bernameya dewleta pêşniyarî ya Zurfî radestî Parlimana Iraqê hat kirin

Serokwezîrê Rasipartî yê Iraqê bernameya dewleta pêşniyarî ya xwe ku ji 16 beşan pêk hatiye, radestî Parlimana vî welatî kir.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê ajansa fermî ya nûçeyan a Iraqê (WA'), Ednan Zurfî, serokwezîrê rasipartî yê vî welatî îro Şemiyê di nameyekê bo Mihemed Helbûsî, Serokê Parlimanê û xitabî Parlimanteran bernameya dewleta xwe ya pêşniyarî raber kir.

Bernameya dewleta pêşniyarî ya Zurfî ji 16 beşan bi navê  Têkoşîna dijî Vîrûsa Koronayê, Qanûna Bûdceya gelemerî ya sala 2020, Hilbijartina berwext, xwestekên xwenîşanderan, abûr û sermiyandanîn, hakimiyeta qanûnê û piştgiriya ji pergala ewlehî û leşkerî, aware û qewitandî, dabînkirina civakî, reforma xebatên dewletê, têkoşîna dijî gendeliyê, siyaseta derveyî, têkilliya navned û Herêma Kurdistanê, piştevaniya parêzgehan, perwerdehî, xurtkirina rola jinan û bernameya Wezaretxaneyan pêk hatiye.

Zurfî di beşa têkildarî têkilliya navbera dewleta navendî û Herêma Kurdistanê destnîşan kiriye ku asoyeke erênî û edlane jibo çareserkiirna dosyeyên çaresernebûyî digel Herêma Kurdistanêjibo bidestxistina têgehîştinên hevpar bi armanca cihanîna Qanûna Bingehîn, rêzgirtina li şirîkatî û xurtkirina yekîtiya neteweyî digire ber xwe.