Teqîna erebeya bombebarkirî li Bexdayê
Medya û çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku vê sibeyê erebeya bombebarkirî li Bexdayê paytexta Iraqê teqiya.
Hîn rayedarên iraqî ser vê teqînê ti agahiyek nedane, lê belê wer xuya dike ku vê teqînê ti kuştî û birîndarekî xwe tineye.
Şavkaniyên nûçeyan dibêjin teqîna vê sibeyê ya erebeya bombebarkirî li Bexdayê karê koma terorîst a DAIŞê ye.
Koma Terorîst a DAIŞê sala 2014 bi alîkariya malî û sîlahî ya Amerîkayê û hevpeymanên wê li navçê yên wekî Erebistan, Tirkiye û Qeterê hin beşên mezin ji axa Iraqê li bakur û rojavayê vî welatî dagîr kirin ku Hêzên iraqî bi alîkariya şêwirkarên leşkerî û sîlahî yên Îranê û bisya pêkhatina Heşda Şebî li gor fetwaya ayetullah Sîstanî li sala 2014, karîn vê koma terorîst li vî welatî têk biben ku bajarê Rawe ya Iraqê li parêzgeha Enbarê devera herî dawî bû ku 17 Teşrîna 2017 ji bin destê vê koma terorîst hat derxistin.
Bi teklçûna vê koma terorîst li Iraq û Sûriyê, komên perate û biçûk ên vê komê li deverên curbicur ên van du welatan xwe veşartine û car cara ku derfet ji wan re çê dibe dest davêjin kiryarên terorîst.