Beşîr Heddad: ‘’Derhata ku digihêje destê Iraqê, têra miaşê karmendan nake’’
Cîgirê Duyem ê Serokê Parlemana Iraqê dibêje: ’Nika ew derhata ku digihêje destê Iraqê, têra miaşê karmendan nake lewma, pêwîst e ku dewlet deyn bike.’’
Beşîr Hedad Cîgirê Duyem ê Serokê Parlemana Iraqê di daxûyanîyekê de ragihand: Lêjneyên Tenduristî û Darayîyê hewil didin jibo ku bûceyek jibo sekinîna himberî Koronayê û alîkarîya bo wan kesana ku debara xwe bi karê rojane dikin were terxankirinê ku ev yeka Herêma Kurdistanê jî digire ber xwe.
Wî herwiha got: Ev vîrûsa cîhanî ye, ji ber wê ye ku rewşa aborî ya welatan aloz û xirab kirîye, ji ber wê çalakîyên aborî yên welatan hatine sekinandinê, rewşa aborî û emnî ya Iraqê jî sist e, bandora wê ser Iraqê kêmekê girantir e taybetî jî bidû daketina bihaya niftê, ew derhata ku digihêje destê Iraqê têra miaşê karmendan nake lewma, pêwîst ku dewlet ji sazî û rêxistîyan deyn bike yan jî ji diravê zimhêrkirî sûdê wergire.
Beşîr Hedad Cîgirê Duyem ê Serokê Parlemana Iraqê amajeyî wê yekê jî kir ku ew dirava heke were terxankirinê, dê welatîyên Herêma Kurdistanê jî bigire ber xwe û dîyar kir: Heta vê gavê bûceya sala 2020’ê nehatîye pesendkirinê û Iraq nika bi bûceya sala buhurî û mêkanîzma yek jidanzdê bo wezaretxaneyan tê birêvebirinê.