Hişyariya Hizbullaha Iraqê bo Emerîkayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i314482-hişyariya_hizbullaha_iraqê_bo_emerîkayê
Hizbullaha Iraqê li bara dewama mayîna eskerên Emerîkayê li Iraqê hişyarî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 31, 2020 11:23 Asia/Tehran
  • Hişyariya Hizbullaha Iraqê bo Emerîkayê

Hizbullaha Iraqê li bara dewama mayîna eskerên Emerîkayê li Iraqê hişyarî da.

 Li gor rapora IRNA`yê, Muhemed Muhyî, berdevkê gurdanên hizbullaha Iraqê duşemiyê şevê got liv û tevegrên emerîkiyan li Iraqê bê heger nînin  belkî bona  bicihbûna dubare ya hêzan û mayîna eskerên zêdetir e. 

Berdevkê gurdanên hizbullaha Iraqê  teqez kir: Komên berxwedanê bi taybet gurdanên hizbullahê hêz û zirûfa pêdivî bona rûbirûbûna  bi eskerên emerîkî re hene û haje pîlanên Emerîkayê li nav û dervey Iraqê bona êrişa ser komên berxwedanê hene. 

 Di hemen demê de, France Pressê (AFP), duşemiyê şevê eşkere kir Emerîkayê sîstema berevaniya mûşekî ya Patriotê li meqera eskerî ya Hewlêrê û meqera Eyn Esedê li parêzêgeha Enbara Iraqê bi cih kiriye.