Rûdaw: Amerîka kelûmelên eskerî ji pêgeha K1 a Kerkûkê birin Hewlêrê
Kanala televîzyona Rûdawê raghand eskerên emerîkî piştî derketina ji meqera eskerî ya K1 li Kerkûkê tên guhestin bo Hewlêrê.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, li rojên buhurî malpera nûçana Bexda El-Yewmê raghand ku hevalbendiya navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serokatiya Emerîkayê ku ser navê hêza hevpar a operasyona viyana xurt dixebite, bi daxûyaniyekê raghandiye ku merasima radestkirina beşa bin kontrola hevalbendiyê li meqera hewayî ya K1 li 15 km bakurê rojava bajarê kêşeliser a Kerkûkê li bakurê Iraqê bo hêzên ewlehiyê yên vî welatî hatiye lidarxistin.
Li vê barê nûçegîhanê Rûdawê raghand qirar e kelûmelên eskerî yên meqera K1 ji aliyê eskern emerîkî va bên guhestin bo Hewlêrê.
Li gor nûça Rûdawê, hêzên ku ji meqera eskerî ya Qaimê derketine, hatine guhestin bo Eyn Esedê û hêzên El-Qiyarê jî hatine guhestin bo Hewlêrê lê hîn diyar nîne ku 300 esker ji meqera eskerî ya K1 tên guhestin bo kuderê lê hin lêzanîn hene ku ev hêz tên guhestin bo Silêmaniyê.