Ednan Zurufî xwest boykotên li dijî Îranê werin rakirin an jî kêmkirin
Serokwezîrê raspartî yê Iraqê Ednan Zurufî got: Ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê li cîhanê divê ku boykotên li dijî Îranê werin rakirin an jî kêmkirin da ku ev welata bikare li ber vê vîrûsê bisekine.
Li gor Dumariya Newsê, Zurufî xwest ku bila boykotên li dijî Îranê nemînin an jî ew werin kêmkirin, çûnku di rewşa belavbûna Koronayê li cîhanê pêwîste Îran jî bikare ji vê pirsgirêk û krîzê derbas bibe, boykot dibin berbend ser riya vê hewldanê.
Zurufî got: Alîkariya bo Îranê ji bo serketina li hemberî Koronayê bi tenê ji riya rakirina boykotan û dayîna alîkariyên dermanî, tibî û dixtorî bo vî welatî mumkin e, eva dikare rê li ber karesateke mirovî bigire.
Berî viya jî zêde ji 60 rêxistin, encumen û saziyêm welatên erebî bi îmzakirina daxuyaniyekê xwestibûn boykotên Amerîkayê yên li dijî Îranê werin rakirin . Di vî halî de rayedarên Amerîkî berbelavbûna vîrûsa Koronayê li Îranê ji xwe re derfet dizanin da ku bigihêjin hedefên xwe yên siyasî.