Amerîka serbazgeha K1 ya Kerkûkê vala dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i314411-amerîka_serbazgeha_k1_ya_kerkûkê_vala_dike
Amerîka hêzên xwe ji serbazgeha K1 ya Kerkûkê vedikişîne û serbazgehê teslîmî artêşa Iraqê dike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 29, 2020 11:24 Asia/Tehran
  • Amerîka serbazgeha K1 ya Kerkûkê vala dike

Amerîka hêzên xwe ji serbazgeha K1 ya Kerkûkê vedikişîne û serbazgehê teslîmî artêşa Iraqê dike.

Li gorî agahiyan, Amerîka serbazên xwe yên li serbazgeha K1 ya Kerkûkê derxistiye û dê îro serbazgehê teslîmî artêşa Iraqê bike.

Amerîka beriya niha ragihandibû, dê hêzên xwe ji sê serbazgehên Iraqê vekişîne; serbazgeha Eyn Esed li parêzgeha Enbar, serbazgeha Geyare li parêzgeha Mûsil û serbazgeha K1 li parêzgeha Kerkûkê.

Çend roj berê Amerîka serbazên xwe ji serbazgehên Eyn Esed û Geyare vekişandibû.

Tê gotin ku Amerîka dê beşek ji wan serbazên xwe li serbazgehên xwe yên li Herêma Kurdistanê bicîh bike.