Tenduristiya Iraqê: 42 kesên din bi nexweşiya Koronayê ketin
Adar 29, 2020 11:12 Asia/Tehran
Wezareta tenduristiya Iraqê ragihand, 41 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine.
Wezareta tenduristiya Iraqê îro ragihand, di heyama 24 saetên borî de têsta Koronayê ya 41 kesên din li Iraq û Herêma Kurdistanê pozîtîf derketiye.
Li gorî amar û agahiyên wezareta tenduristiya Iraqê, ji wan kesên ku têsta wan ya Koronayê pozîtîf derketiye, 8 kes li Bexdayê ne, 8 kes li Besrayê, 5 kes li Necefê, 11 kes li Kerbelayê û 1 kes li Silêmaniyê û 8 kes jî li Hewlêrê ne ku yên Herêma Kurdistanê ji aliyê wezareta tenduristiyê ve hatine ragihandin.
Bi giştî heta niha li Iraq û Herêma Kurdistanê 547 kes bi vîrusa Koronayê ketine. 42 kes ji wan mirine û 143 kes jî baş bûne.