Piştgiriya serokwezîrê Iraqê ji Heşda Şebî
Berbijarê posta sserokwezîriya Iraqê li Twittera xwe de Heşda Şebî wek rêxistineke leşkerî û qanûnî bi nav kir ku li gor xwesteka netewê Iraqê ji bo şer û xebata li hemberî terorîzm û ji bo rizgarkirina Iraqê pêk hatiye.
Serokvezîrê raspartî yê Iraqê Ednan el-Zurufî li rûpela xwe ya Twitterê de nivîsiye: Heşda Şebî rêxistineke leşkerî û qanûnî ye ku li gor xwesteka netewê Iraqê ji bo şer û xebata li hemberî terorîzm û ji bo rizgarkirina Iraqê pêk hatiye.
El-Zurufî herwiha nivîsiye: Me li nivîsandina qanûna bingehîn beşdarî kiriye û wek wezîfe û erka neteweyî li ser milê me em ê ji Heşda Şebî piştgiriyê bikin û bûdceya pêdivî me ji vê yekê re berçav girtiye. Heşda Şebî rêxistineke bi hêz e ku fidakarî û dostaniya wê ji bo Iraq û iraqiyan wê berdewam bike.