Hejmara tûşbûyîyên Koronayê Ii Iraqê bi awayekî berbiçav jorda çû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i314303-hejmara_tûşbûyîyên_koronayê_ii_iraqê_bi_awayekî_berbiçav_jorda_çû
Wezareta Tenduristîyê ya Iraqê ragihand ku bi dehan haletên tûşbûna bi vîrûsa Koronayê hatin tomarkirinê û hejmarek din a tûşbûyîyan canê xwe ji dest dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 25, 2020 12:14 Asia/Tehran
  • Hejmara tûşbûyîyên Koronayê Ii Iraqê bi awayekî berbiçav jorda çû

Wezareta Tenduristîyê ya Iraqê ragihand ku bi dehan haletên tûşbûna bi vîrûsa Koronayê hatin tomarkirinê û hejmarek din a tûşbûyîyan canê xwe ji dest dan.

Wezareta Tenduristîyê ya Iraqê di daxûyanîyekê de ragihand ku encamên têstên vê wezaretxanê nîşan didin ku 50 kesên din li vî welatî bi vîrûsa Koronayê ketine.

Wezareta Tenduristîyê ya Iraqê ragihand ku ji wan 50 kesana 13 kes li parêzgeha Necefê, 11 kes li parêzgeha Besrê, 8 kes li parêzgeha Silêmanîyê, 6 kes li parêzgeha Hewlêrê, 4 kes li parêzgeha Nêynewayê û li her yek ji parêzgehên Bexda, Kerbela, Duhok û Dîyalê jî kesek bi wê vîrûsê ketine û bi vî awayî hejmara tûşbîyîyan li seranserî Iraqê giheşte 316 kesan.

Ligorî daxûyanîya Wezareta Tenduristîyê ya Iraqê, 2 kes ji tûşbşyîyan li parêzgeha Kerbelayê  li her yek ji parêzgehên Silêmanîye û Nêynewayê jî kesekî canê xwe ji dest da û hejmara gorîyan li sernserî wî welatî giheşte 27 kesan.

Wezareta Tenduristîyê ya Iraqê di dawîya daxûyanîya xwe dpêgirî ser pêwîstîya pêbendbûna li biryarên Lêjneya Sekinîna Himberî Koronayê û rênimayîyên wê wezaretxanê jibo girtina pêşîya belavbûna vîrûsa Koronayê kir û ragihand ku kesên binpêker dê ji hêla sazîyên têkildar ve bên cezakirinê.