Ednan Zurfî di yekem pêngavê da dengê 100 parlimantera bi dest xistîye
Çavkanîyekî nêzîkî Serokwezîrê rasipardî yê Iraqê bo pêkanîna kabînê ragihand u Ednan Zurfî karîye dengê 10 parlimanterên iraqî ji nav alîyên Şîe bi dest bixe, bi awayekî ku dewsa fraksyon û hevpeymanîyan, parliamnter xwe razî kirine.
Çavkanî herwiha dide zanîn ku Ednan Zurfî dest bi danuistandina digel parlianterên nav alîyên Şîe kirîye,ser vî esasî ku ew xwe jî parlimanter bûye û nêzîkî wan e.
Ligorî gotina çavkanîyê, Ednan Zurfî dûrî razîbûna partî û serokfiraksyonan piştgirîya 100 parlimanterna li nav alîyên Şîe bi dest bixe.
Di vê çarçovê da Elî Bedîrî parlimanterê Bereya Hikmeya Netewî pêgirî kirîye ku Zurfî karîye dûr li razîbûna alîyên sîyasî razîbûna pişkeke parlimantera bi dest bixe.
Bedîrî herwiha gotîye ku hinek parlimanteran gotine ku serokokpartî û serokfiraksyon piştgirîya Zurfî dikin jibo bidestxistina posta Serokwezîrtîyê ku hinek parlimanterên hanê li nav wan partîyana ne ku dijayetîya rasipardina Zurfî dikin.