Derketina çekdarên amerîkî ji Iraqê dest pê bû
Medyayan qala destpêbûna derketina çekdarên amerîkî ji baregeha Hebaniyê li parêzgeha Enbara Iraqê kirin.
Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya Fars Newsê, Bircên zîrevaniyê yên ku çekdarên amerîkî di têketina baregeha Hebaniyê li parêzgeha Enbara Iraqê têde bi cih bûbûn, hatine valakirin.Hêzên amerîkî Pêncşemiyab bihurî jî ji baregeha xwe li bajarê Qaimê yê parêzgeha Enbarê paşve kişiyan.
Hin çavkaniyan ev paşvekişiyana amerîkiyan ji ber tirsa çekdarên amerîkî ji êrîşên berdewam ser baregehên xwe li Iraqê dane zanîn.Gellek ji rayedar û gelê Iraqê daxwaza derketina çekdarên têrorîst ên amerîkî ji axa welatê xwe dikin.
Li gorî nûçeyeke din, Hêzên Heşda Şeibiyê ya Iraqê du serçeteyên DAIŞê hevrê digeê sê têrorîstên din li parêzgeha Selahedînê li bakurê vî welatî kuştin.
Ev çete di halê amadekirina xwe jibo pêkanîna teqînekê bûn.