Serokomarê Iraqê Korona wek pirsgirêkeka ciddî jibo cîhanê da zanîn
Serokomarê Iraqê Vîrûsa Koronayê wek gengeşeyeke ciddî û gefeka mezin seba cîhanê da zanîn û li ser girîngiya tevlîbûna nav hewildanên navneteweyî jibo sekinîna li hemberî belavbûna giştî ya vê vîrûsê pêgirî kir.
Li gorî rapora IRNAyê, Ofîsa medyayî ya serokomarê Iraqê ragihand: Berhem Salih roja Duşemiyê di civînekê bi beşdariya Wezîrê Tendurustiyê û serokê Erkantiya qeyranê, nûnera taybet a NY û nûnera Rêxistina Tendurustiya Cîhanî li Iraqê rewşa vî welatî di warê qeyranê da nirxand.
Salih di vê civînê da got: Girîngiya hevkariya giştî jibo sekinîna li hemberî belavbûna giştî ya Vîrûsa Koronayê û zêdekirina hevahengî û hevdengiya saziyên cûrbecûr ên dewletî û welatiyan bi mebesta serketina li hemberî vê nexweşiyê, her wiha domandina hevkariya digel welatên cîhanê di vî warî da gellek pêwîst e.
Wezareta Tendurustiyê ya Iraqê roja Duşemiyê ragihand ku bi tomarkirina sê babetên nû yên candayiyên, hejmara miriyên ji ber Vîrûsa Koronayê li Iraqê bûye 23 kes û hejmara tûşbûiyyan jî gihîştiye 266 kesî.