Zurfî jibo damezirandina kabîneya nû digel komên iraqî ra kete têkilliyê
Serokwezîrê Dewleta Veguhestinê ya Iraqê tevî têkilliya digel komên cûrbecûr ên vî welatî, got ku daxwaza beşdariya hemî komên siyasî di dewleta nû ya Iraqê da ye.
Li gorî rapora Al Alamê, Ednan Zurfî, Serokwezîrê rasipardî yê Iraqê îro di gotûbêja digel medyayên iraqî derbarê kêşedariya komên şîeyan digel serokwezîrtiya wî, destnîşan kir ku ew dixwaze tev hemî kom û aliyên siyasî yên Iraqê li hev bike.
Zurfî hebûna her cûre danûstandin an lihevkirina veşartî jibo serokqwezîrtiya xwe red kir û got: Şêwaza memûrbûna wî jibo serokwezîrtiyê xwezayî bûye û bi ti awayî danûstandinek digel Berhem Salih serokomarê Iraqê di vî warî da pêk nehatiye.
Nasandina Ednan Zurfî waliyê berê yê Necefa Eşref li Iraqê ji bo damezirandina dewleta nû ji aliyê serokomarê vî welatî va, tûşî dijayetiya tund a komên şîeyan ji wan Hevpeymaniya Hadî Amirî, Nûrî Malikî, Falih Feyaz, Tevgera Himetê û Partiya Fezîletê bûye.
Serokomarê Iraqê Sêşemiya bihurî Ednan Zurfî serokwezîrê rasipartî jibo damezirandina dewletê erkdar kir.