Parlimanterên iraqî gefa wêdadayîna Berhem Salih dixwin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i314243-parlimanterên_iraqî_gefa_wêdadayîna_berhem_salih_dixwin
Serokê Fraksyona Sadiqûnê li Parlimana Iraqê got: Pirranîya Parlimanteran pêgirî kirine ku heke Serokomar ji kiryara xwe ya rasipardina Ednan Zurfî jibo pêkanîna kabînê venegere, dê were wêdadayînê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 23, 2020 11:50 Asia/Tehran
  • Parlimanterên iraqî gefa wêdadayîna Berhem Salih dixwin

Serokê Fraksyona Sadiqûnê li Parlimana Iraqê got: Pirranîya Parlimanteran pêgirî kirine ku heke Serokomar ji kiryara xwe ya rasipardina Ednan Zurfî jibo pêkanîna kabînê venegere, dê were wêdadayînê.

Ednan Fîhan Serokê Fraksyona Sadiqûnê li Parlimana Iraqê bi gotina vê yekê ku pirranîya Parlimanteran dozek dijî Berhem Salih Serokomarê Iraqê bi tawana binpêkirina Destûra Bingehîn vekirine, dîyar kir: Heke Berhem Salih ji biryara xwe poşman nebe, Parlimanter dê rê nedin kabîna Zurfî dengê pêbawerîyê bi dest bixe.

Serokê Fraksyona Sadiqûnê li Parlimana Iraqê amajeyî vê yekê kir ku Berhem Salih mafê pirranîya Parlimanteran binpê kirîye û got: Rêvebirên Şîe li Iraqê ragihandin u Serokwezîr divê kesek be ku Hevalbendîya Fethê jê ra bêje erê û Emar Hekîm Serokê Bereya Hikmeya Netewî jî wek pirranîya Serokfraksyonan bi awayekî fermî nerazîbûna xwe himberî demajoya erkdarkirina Zurfî nîşan daye.

Ednan Fîhan herwiha got: Berhem Salih ligorî meylên xwe yên sîyasî kar dike û hewil dide ji rewşa heyî li Iraqê sûdê wergire û biryara wî ya erkdarkirina Zurfî jibo pêkanîna kabînê neqanûnî ye.

Kom û alîyên sereke yên Şîe ji wan Hevalbendîyên Feth, Dewleta Qanûnê, Eta, Bereya Hikmeya Netewî û Partîya Fezîletê ji neyarên ciddî yên Zurfî tên hesêb.