Serokwezîrê rasipardî yê Iraqê: Hîç bazarîyek jibo bijartina min nehaîye kirinê
Serokwezîrê rasipardî yê Iraqê her cure lihevkirina nihênî ya jibo nasandina wî derew zanî û got ku hîç bazarîyek jibo bijartina min nehaîye kirinê.
Ednan Zurfî got ku rasipardina wî jibo posta Serokwezîrtîyê di demajoyeke asayî de bûye û di vî warî de qet bi Serokomarê Iraqê re dayînuistandin pêk nehatîye.
Wî herwiha got ku ew dê jibo cihanîna erkên xwe û pêkanîna kabînê tenê bi lihevkirina partî û alîyan pêşde here.
Serokwezîrê rasipardî yê Iraqê herwiha got ku jibo çareserkirina qeyranê û pirsgirêkên zev hewcetî bi pişikdarîya hemi gel û komên sîyasî heye.
Zurfî herwiha got ku erka dewleta wî yê tenê salekê bidome û di wê demê de ew dê amadekarîya lidarxistina hilbijartinên zûdem bike. Wî dîyar kir ku lidarxistina hilbijartinn zûdem tenê biryara dewletê nine belkî vîna sîyasî ya hemî alî û bereyên sîyasî ye û heke ew ji min bixwazin ez dê mideha 3 mehan de jibo lidarxistina hilbijartinan amade bibim.
Kom û alîyên sereke yên Şîe ji wan Hevalbendîyên Feth, Dewleta Qanûnê, Eta, Bereya Hikmeya Netewî û Partîya Fezîletê ji neyarên ciddî yên Zurfî tên hesêb.