Artêşa Iraqê jibo sepandina qedexeya derketina derve derbasî Necefê bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i314232-artêşa_iraqê_jibo_sepandina_qedexeya_derketina_derve_derbasî_necefê_bû
Parêzgarê Necefê ferman daye Artêşê û Hêzên Emnî serederîyeke teqil himberî binpêkerên qedexeya derketina derve bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 23, 2020 04:24 Asia/Tehran
  • Artêşa Iraqê jibo sepandina qedexeya derketina derve derbasî Necefê bû

Parêzgarê Necefê ferman daye Artêşê û Hêzên Emnî serederîyeke teqil himberî binpêkerên qedexeya derketina derve bikin.

 

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Fermî ya Iraqê, Luwî Yasirî Parêzgarê Necefê got: Hin çiqên Artêşê digel Hêzên Emnî û Polîs bi merema sepandina qedexeya derketina derve li parêzgeha Necefê, duh danê êvarê derbasî wê parêzgehê bûn.

Wî herwiha got ku ferman daye hêzên Artêş û Emnî ku bi tundî himberî binpêkerên qirarên qedexeya derketina derve bisekinin û serederîyê bikin.

Navenda Kontrolkirina Qeyranan a Iraqê duh ragihand ku qedexeya derketina derve heta 28’ê Adarê hat dirêjkirinê.

Dewletê jî ragihandîye ku her kesê rêzê li qirarên ragihandî negire, dê were mehkemekirinê.