Artêşa Iraqê jibo sepandina qedexeya derketina derve derbasî Necefê bû
Adar 23, 2020 04:24 Asia/Tehran
Parêzgarê Necefê ferman daye Artêşê û Hêzên Emnî serederîyeke teqil himberî binpêkerên qedexeya derketina derve bikin.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Fermî ya Iraqê, Luwî Yasirî Parêzgarê Necefê got: Hin çiqên Artêşê digel Hêzên Emnî û Polîs bi merema sepandina qedexeya derketina derve li parêzgeha Necefê, duh danê êvarê derbasî wê parêzgehê bûn.
Wî herwiha got ku ferman daye hêzên Artêş û Emnî ku bi tundî himberî binpêkerên qirarên qedexeya derketina derve bisekinin û serederîyê bikin.
Navenda Kontrolkirina Qeyranan a Iraqê duh ragihand ku qedexeya derketina derve heta 28’ê Adarê hat dirêjkirinê.
Dewletê jî ragihandîye ku her kesê rêzê li qirarên ragihandî negire, dê were mehkemekirinê.