Piştevanîya Kurd û Sunneyan ji Zurfî girêdayîyê helwesta pirranîya alîyên Şîe ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i314215-piştevanîya_kurd_û_sunneyan_ji_zurfî_girêdayîyê_helwesta_pirranîya_alîyên_Şîe_ye
Parlimanterê Komela Islamî ya Kurdistanê li Parlimana Iraqê got: Piştgirîya fraksyonên Kurd û Sunne ji Serokwezîrê rasipardî maye ser wê ku pirranîya alîyên Şîe pişta wî bigirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 22, 2020 12:53 Asia/Tehran
  • Piştevanîya Kurd û Sunneyan ji Zurfî girêdayîyê helwesta pirranîya alîyên Şîe ye

Parlimanterê Komela Islamî ya Kurdistanê li Parlimana Iraqê got: Piştgirîya fraksyonên Kurd û Sunne ji Serokwezîrê rasipardî maye ser wê ku pirranîya alîyên Şîe pişta wî bigirin.

Ehmedê Hecîreşîd Parlimanterê Komela Islamî ya Kurdistanê li Parlimana Iraqê di daxûyanîyekê de got: Ednan Zurfî pêwîstî bi piştgirîya pirranîya alîyên Şîe heye çinku, nabe Sunne pişta wî bigirin bêyî ku alîyên Şîe pişta wî bigirin. 

Wî herwiha Sunne taybetî jî fraksyona Serokê Parlimanê Mihemed Helbûsî di danuistandinên digel hevpeymanên xwe da zêdegavîyê nake, eva ku Kurd e danuistadinê digel pirranîya alîyên Şîe û Sunne dike.

Ehmedê Hecîreşîd Parlimanterê Komela Islamî ya Kurdistanê li Parlimana Iraqê herwiha got: Heka Ednan Zurfî nekarî kabîna xwe li Parlimanê ser bixwe û dengê pêbawrîyê jibo wê bidest bixe, hogirên wî yê dijberîya her berbijarekî bikin ku koma dijberan bide nasandinê. 

Wî di dawîyê de got: Wê demê alîyên Şîe dê berpirsîya wê işkestê bidin ustîyê xwe.