Fraksiyona Pirranî li Parlimana Iraqê giliya Berhem Salih li ba Dadgeha Federal kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i314207-fraksiyona_pirranî_li_parlimana_iraqê_giliya_berhem_salih_li_ba_dadgeha_federal_kir
Endamê Parlimana Iraqê destnîşan kir ku biryara serokoamrê vî welatî ya bijartina Ednan Zerefî wek serokwezîrê nû neqanûnî ye û got ku Fraksiyona Pirranî li Parlimana Iraqê dê giliya xwe di vî warî da bibe dadgeha Federal.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 22, 2020 04:07 Asia/Tehran
  • Fraksiyona Pirranî li Parlimana Iraqê giliya Berhem Salih li ba Dadgeha Federal kir

Endamê Parlimana Iraqê destnîşan kir ku biryara serokoamrê vî welatî ya bijartina Ednan Zerefî wek serokwezîrê nû neqanûnî ye û got ku Fraksiyona Pirranî li Parlimana Iraqê dê giliya xwe di vî warî da bibe dadgeha Federal.

Hesen Salim, Endamê Hevpeymaniya Fethê bi serokatiya Hadî Amirî li Parlimana Irqê roja bihurî di hevpeyivîna digel kanala Meyadînê got: Eva cara yekem nîne ku serokomarê qanûna bingehîn binpê dike û guh nade Fraksiyona Pirranî li Parlimana Iraqê.

Wî bi gotina vêya ku komên iraqî derbarê babetên binpêkirina qanûnê ji aliyê serokomêr va giliya xwe birin dadgeha Federal, ragihand ku Fraksiyona Pirranî li Parlimana Iraqê zêdetir ji berendamekî jibo damezirandina kabîneyê da nasandin, lê serokomêr ew yek berçav negirt.

Kerîm Elîwî, Endamê Fraksiyona Bedrê jî ji endamên Parlimana Iraqê xwest ku jibo komkirina îmzeyan û dengwergirtin derbarê wêdadayîna serokomar hevkariyê bikin.Elîwî got: Serokomêr bi caran ji ber sedemên nediyar qanûna bingehîn binpê kiriye û bi berendamkirina kesekî bi gengeşe ku nikare baweriya civaka Iraqê bi dest bixe, aştiya civakî daye ber gefan.

Vî endamê parlimana Iraqê destnîşan kir ku Berhem Salih divê ji serokomartiyê were avêtin. Loma emê helwêsteke rasteqîn a neteweyî di vî warî li Parlimanê bidin.

Rêberên hevpeymaniyên şîeyan ji wan Hadî Amirî, Nûrî Malikî, Seyid Emar Hekîm, Falih Feyaz û nûnerên Sadiqûnê Pêncşemiyê bi şev di civînekê da piştî çend saetan behs û hilkolandinê, biryara nepejirandina Zerefî jibo erkdarbûna bo damezirandina dewletê dan û bi şandina nameyekê bo serokomêr ragihandin ku Zerefî wek serokwezîrê erkdar jibo damezirandina dewletê napejirînin.