Sedir nameyek derbarê Zurfî de ji fraksyonên Şîe re şand
Fraksyonên sîyasî yên Şîe li Iraqê di civînekê de nameyek ji Serokê Tevgera Sedrê derbarê Serokwezîrê nû yê vî welatî de wergirtin.
Duh êvarê civînek bi pişikdarîya Hevalbendîyên Feth, Dewleta Qanûnê û Fraksyona Eta û Partîya Fezîletê li mala Emmar Hekîm Rêberê Bereya Hikmeyê hat lidarxistin.
Ligorî agahîyan, Di wê civînê de mijara pêkanîna dewleta demkî hat hilkolandinê û Hevalbendîya Al Nsere bi serokatîya Heyder Ebadî têda pişikdar nebûye.
Ligorî raporan Hevalbendîya Al Fathê alîyên pişikdarê wê civînê hevdeng kirin û di civînê de nameyek ji Muqteda Sedir Rêberê Tevgera Sedrê hat wergirtin ku têda pêgirî ser girîngîya neaxavtina derheq Neîm Suhêyl berbijarê berê yê Serokwezîrtîyê hatîye kirinê û hişyarî hatîye dayînê ku nabe kesekî daynin dewsa Ednan Zurfî Serokwezîrê rasipardî çinku, rewşa Iraqê nayê tamulkirinê.