Iraqê derbasbûna ziyaretvanan bo bajarên pîroz ên Iraqê qedexe kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i314178-iraqê_derbasbûna_ziyaretvanan_bo_bajarên_pîroz_ên_iraqê_qedexe_kir
Adil Ebdulmehdî Serokwezîrê Istîfakirî yê Iraqê ferman da ku rê li ber derbasbûna ziyaretkiran bo bajarê pîroz û kombûnên jibo ziyareta recebiyê li Kazimeynê were girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 20, 2020 14:46 Asia/Tehran
  • Iraqê derbasbûna ziyaretvanan bo bajarên pîroz ên Iraqê qedexe kir

Adil Ebdulmehdî Serokwezîrê Istîfakirî yê Iraqê ferman da ku rê li ber derbasbûna ziyaretkiran bo bajarê pîroz û kombûnên jibo ziyareta recebiyê li Kazimeynê were girtin.

Ebdulmehdî got ku ev kiryar li gorî destûr û şîretên Erkantiya Qeyrana Tendurustiyê bi armanca parastin û dabînkirina saxlemiyê û bi mebesta pêşîlêgirtin ji xeterên dijwari ên ji ber pêgirbûna Vîrûsa Koornayê cih hatine.

Wî destnîşan kir ku em gişt divêtam rêzê li qedexetiya hatûçûnê ya ragihandî li Bexda û parêzgehên din bigirin û hêzên ewlehiyê jî divê ku li ser cihhatina vê destûra girîng çavdêriyê bikin.

Ebdulmehdî li ser pêwîstiya sizayên abûrî jibo binpêkerên qanûnîê û amûrên hatûçûnê, pêşîlêgirtin ji derbasbûna ziyaretkiran bo bajar û ziyaretgehên pîroz di heyama qedexetiyê da, betalkirina meşên komî ber bi Kazimeynê va pêgirî kri û got ku îzna kombûn û meşê dê bo ti kesî neyê dayînê.

Serokwezîrê Istîfakirî yê Iraqê ji hemî rêxistinên dewletî û welatiyan xwest ku bi tamî biryar û şîretên Erkantiya Qeyrana Tendurustiyê ya Iraqê bişopînin.