Çekdarên amerîkî derbasî Baregeha leşkerî ya Eyn-ul-Esed a Iraqê bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i314118-Çekdarên_amerîkî_derbasî_baregeha_leşkerî_ya_eyn_ul_esed_a_iraqê_bûn
Rayedarekî Rêxsitina Bedrê ya Iraqê qala derbasbûna Çiqa 101 a Artêşa Amerîkayê nav Baregeha leşkerî ya Eyn-ul-Esed a Iraqê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 18, 2020 13:40 Asia/Tehran
  • Çekdarên amerîkî derbasî Baregeha leşkerî ya Eyn-ul-Esed a Iraqê bûn

Rayedarekî Rêxsitina Bedrê ya Iraqê qala derbasbûna Çiqa 101 a Artêşa Amerîkayê nav Baregeha leşkerî ya Eyn-ul-Esed a Iraqê kir.

Qesî Enbarî Berpirsê Ofîsa Rêxsitina Bedrê ya Iraqê li parêzgeha Enbarê roja Sêşemiyê got: Li gorî agahiyên bidestketî, leşkera 101 a Amerîkayê sê rojab beriya niha derbasî Baregeha leşkerî ya Eyn-ul-Esed a Iraqê li parêzgeha Enbarê bûye.Enbarîgot: Hêzên ku hatine nav Baregeha leşkerî ya Eyn-ul-Esed a Iraqê, bi armanca xurtbûna hêzên amerîkî piştî êrîşa ser Baregeha El Taciyê derbasî Iraqê bûne.çarşemî  ûŞemiya bihurî ji başûrê navçeya Raşisiyê li derdora bajarê Bexdayê çend rokêt ber bi baregeha El Taciyê (cihê kombûna hêzên hevpeymaniyabi serokatiya Amerîkayê) li derdora bakurê Bexdayê va hatin avêtin ku di encamê da 2 kes ji çekdarên têrorîst ên amerîkî û çekdarekî englîsî hatin kuştin û herîkêm 12 kes jî birîndar bûn.Kanala El  Meyadînê jî qala biryara Hevpeymaniya bi serokatiya Amerîkayê jibo derketina ji Baregeha Qaimê li ser sînorê Iraq û Sûriyê kir.