Ednan Zurfî: Em dê bi Herêma Kurdistanê re pirsgirêkan çareser bikim
Raspartiyê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, Ednan Zurfî di yekemîn gotara xwe de ragihand, dê hewl bide bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de çareser bike û diyar kir, ew piştevaniya hêzên Pêşmege jî dike.
Serokwezîrê raspartî yê Iraqê Ednan Zurfî karnameya kabîneya xwe aşkere kir û ragihand, ku ew dê hewl bide pirsgirêkên ligel Herêma Kurdistanê çareser bike û herwiha ew dê piştevaniyeke temem bide herêmên curbicur ên welêt.
Zurfî amaje bi wê yekê jî kir, ku ew dê pişgiriya saziyên emnî û serbazî bide û wan pêş bixe û tekezî li ser piştevaniya xwe bo Desteya Heşda Şeibî û hêzên Pêşmerge kir, ku beşek ji sîstema serbazî û berevaniya Iraqê ne.
Serokwezîrê raspartî yê Iraqê herwiha destnîşan kir, ew dê şandina projeyasaya bûdceya 2020an ji bo parlamentoya Iraqê bilezîne, da ku zû bê pejirandin.
Ednan Zurfî da xuyakirin, ew dê kar bike ji bo ku çek tenê di destê dewletê de bin û hîç diyardeyeke çekdarî nemîne, herwiha ew dê hewl bide desthilata dewletê bisepîne.
Zurfî tekez kir, ew dê di nava salekê de ji bo encamdana hilbijartineke azad û şefaf amadekariyên pêwîst bike.
Ednan Zurfî ji Hevpeymaniya Nesir a bi serokatiya Heyder Ebadî ye û duh 17ê Adarê bi fermî ji aliyê Serokomarê Iraqê Berhem Salih ve bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta wî welatî hate erkdarkirin.