Baregeha amerîkî ya El Qaimê li Iraqê hat valakirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i314101-baregeha_amerîkî_ya_el_qaimê_li_iraqê_hat_valakirin
Hevpeymaniya qaşo navneteweyî ya dijî DAIŞê ya bi serokatiya Amerîkayê Sêşemiyê bi şev ragihand ku baregeha leşkerî ya Qaimê li ser sînorê Iraq û Sûriyê hatiye valakirin û berpirsiyariya wê radestî hêzên ewlehiyê yên Iraqê hatiye kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 18, 2020 05:06 Asia/Tehran
  • Baregeha amerîkî ya El Qaimê li Iraqê hat valakirin

Hevpeymaniya qaşo navneteweyî ya dijî DAIŞê ya bi serokatiya Amerîkayê Sêşemiyê bi şev ragihand ku baregeha leşkerî ya Qaimê li ser sînorê Iraq û Sûriyê hatiye valakirin û berpirsiyariya wê radestî hêzên ewlehiyê yên Iraqê hatiye kirin.

Li gorî rapora Fars Newsê,  Hevpeymaniya qaşo navneteweyî ya dijî DAIŞê ya bi serokatiya Amerîkayê bi daxuyaniyekê îdia kir ku ji ber serketinên wê di şerê dijî DAIŞê da êdî hewcetiyek bi baregeha Qaimê nemaye û ewê hêz û çekên û amûrên xwe ji vê baregehê veguhezîne baregeheke din li Iraqê.Hestên dijî Amerîkayê li Iraqê piştî rêzekiryarên bi dijminatî li dijî wî welatî û Bereya Berxwedanê nemaze terora necamêrane ya serdar Sipehbud Hecî Qasim

Silêmanî, Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî û Ebû Mehdî Mihendis Alîkarê Rêxistina Besîca gelanî ya Iraqê (Heşda Şeibî) gellek zêde bûne.

Amerîkiyan hîn jî axa Iraqê neterikandine.Gel, partî, kom û rayedarên iraqî li dijî hebûna çekdarên amerîkî li welatê xwe ne.