Ayetullah Sîstanî: Dermankirina tûşbûyên vîrûsa koronayê û lêhişyarbûna wan ferz e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i314087-ayetullah_sîstanî_dermankirina_tûşbûyên_vîrûsa_koronayê_û_lêhişyarbûna_wan_ferz_e
Merceyê pilebilind ê şîeyên Iraqê, dermankirina nexweşên tûşbûyî bi vîrûsa koronayê û lêhişyarbûna wan weke waciba kefayî raghand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 17, 2020 12:40 Asia/Tehran
  • Ayetullah Sîstanî: Dermankirina tûşbûyên vîrûsa koronayê û lêhişyarbûna wan ferz e

Merceyê pilebilind ê şîeyên Iraqê, dermankirina nexweşên tûşbûyî bi vîrûsa koronayê û lêhişyarbûna wan weke waciba kefayî raghand.

 Li gorî rapora Fars Newsê, Ayetullah Seyd Elî Sîstanî, merceyê pilebilind ê şîeyên Iraqê weke bersiva Îstiftayê (daxwaza hilxistina hikmê şerî) li bara xebata kadroyên pizîşkî û hemşîreyan raghand:Dermankirina nexweşên tûşbûyî bi vîrûsa koronayê û lêhişyarbûna wan bo hemî kesan weke waciba kefayî ye û hemî rayedarên têkildar jî divê hemî kelûmelên pêdivî bon aparastina pizîûkan û kadra hemşîreyan pêk bînin. 

 Ayetullah Sîstanî li vê hikmê kadra pizîşkî û hemşîreyan weke hewldaneka bi nirx di asta girnîgiya xebata rezmende û têkloşerên li bereyaên berevaniya ji welêt û gel da zanîn û hêvî kir: Her kes di vê riyê de canê xwe ji dest bide, li roja qiyametê dê xelata şehîdbûnê nisîbî wî/wê bibe. 

 Wezareta tendrsutiya Iraqê raghand: Heta niha 124 haletên tûşbûna bi vîrûsa koronayê li vî welatî hatine tomarkirin. Dewleta Iraqê ji îro sêşemiyê va heta 24 Adarê li paytexta vî welatî qedexeya hatûçûyînê raghandiye.