Amerîka yê 3 binkeyên serbazî radestî hêzên Iraqê bike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i314086-amerîka_yê_3_binkeyên_serbazî_radestî_hêzên_iraqê_bike
Di çend hefteyên pêş de Hêzên Amerîkayê ji sê binkeyên serbazî yên Iraqê dê vekişin, yek ji wan jî ‎Serbazgeha Qaim e ku dikeve bakurê rojavayê Bexdayê.‎
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 17, 2020 12:36 Asia/Tehran
  • Amerîka yê 3 binkeyên serbazî radestî hêzên Iraqê bike

Di çend hefteyên pêş de Hêzên Amerîkayê ji sê binkeyên serbazî yên Iraqê dê vekişin, yek ji wan jî ‎Serbazgeha Qaim e ku dikeve bakurê rojavayê Bexdayê.‎

Berpirsên serbazî yên Amerîkayê ragihandine ku di çend hefteyên pêş de yê hêzên xwe ji sê binkeyên ‎serbazî yên Iraqê vekişînin û wan li binkeyên serekî kom bikin.

Yek ji wan binkeyan jî Binkeya Serbazî ‎ya Qaim e ku dikeve bakurê rojavayê Bexdaya paytexta Iraqê.

Biryar e di vê hefteyê de hêzên Amerîkayê ji Binkeya Qaim derkevin.

Bi gotina berpirsên ‎serbazî yên Amerîkayê, ew binke di merasimekê de yê radestî hêzên Iraqî bê kirin û dê kelûpelên serbazî jî ‎bidin artêşa Iraqê.‎

Pênc hezar û 200 serbazên Amerîkayê li Iraqê hene û heşt binkeyên serbazî di destê wan de ne.

Biryar ‎e piştî Binkeya Serbazî ya Qaim di hefteyên pêş de, hêzên Amerîkayê ji du binkeyên din vekişin û wan binkeyan radestî ‎hêzên Iraqî bikin.‎