Ednan Zurfî bo pêkanîna kabîneya nû ya Iraqê hat erkdarkirin
Serokomarê Iraqê Berhem Salih îro bi fermî Ednan Zurfî ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê erkdar kir.
Li gor daxûyanîya Serokomariya Iraqê, îro Ednan Zurfî ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Iraqê hatiye raspardin.Lê xwepêşanderên Iraqî yên li Meydana Tehrîrê erkdarkirina Ednan Zurfî red kirin.
Berî niha dihat çaverêkirin, Neîm Suhêl an jî Mistefa Kazim ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê bê rekdarkirin.
Ji îro ve heya meheke din dema Ednan Zurfî heye, da ku kabîneya hikûmeta xwe pêk bîne û pêşkêşî parlamentoyê bike, daku civîna dengdayîn an nedayîna bo kabîneya wî were lidarxistin.
Ednan Zurfî kî ye di sala 1966an de li Necefê ji dayîk bûye.
Sala 1983an ligel Partiya Dawe ya Îslamî peywendî daniye.
2004 – 2005 Endamê Encûmena Parêzgeha Necefê bû.
2006 Endamê Encûmena Parêzgeha Necefê bû.