Lêjneya Heftkesî nekarî berbijarê Serokwezîrtîya Iraqê bide nasandinê
Adar 16, 2020 13:58 Asia/Tehran
Serokê Hevalbendîya Sairûnê li Parlimana Iraqê ragihand ku Lêjneya Heftkesî nekarî berbijarê Serokwezîrtîya Iraqê bide nasandinê.
Nebîl Terfî Serokê Hevalbendîya Sairûnê li Parlimana Iraqê got: Lêjneya Heftkesî ku ji wekîlên komên Şîe pêk hatîye nekarî derbarê bijartina berbijarekî ku bibe erkdarê pêkanîna dewletê de lihevkirinê bi dest bixe.
Serokê Hevalbendîya Sairûnê li Parlimana Iraqê herwiha got: Berhem Salih Serokomarê Iraqê divê di rewşa nika de desthilata xwe ya destûrî jibo kivşkirina berbijarê Serokwezîrtîyê bi kar bîne.