Parlimana Iraqê lidarxistina civîna awarte têkildarî êrişa Amerîkayê dinirxîne
Parlimanterekî Fraksyona Bedirê li Parlimana Iraqê ragihand ku zêde ji 20 Parlimanteran dil hene civîneke awarte têkildarî hilkolandina êrişên Amerîkayê ser baregehên hêzên iraqî lidar bixin.
Kerîm Elîwî Fraksyona Bedirê li Parlimana Iraqê di daxûyanîyekê de xwest ku Parliman civîneke awarte derbarê êrişên Amerîkayê de û binpêkirina serwerîya netewî ya wî welatî lidar bixe û got: Ew civîna awarte divê vê hefteyê bi amadebûna Adil Ebdulmehdî Serokwezîrê Dewleta Karpêşdebir a Iraqê bi mebesta hilkolandina pêngavên hiqûqî wek bersivdanek himberî zorbêjîyên Amerîkayê himberî serwerî û serxwebûna netewî ya Iraqê were lidarxistinê.
Balafirên cengê yên Amerîkayê berbanga Înîyê baregehên Hêzên Heşdi Şeibî û Artêşa Iraqê li parêzgehên Selahedîn, Babil, Besre û Kerbelayê dan ber bombeyan ku di encamê de 3 hêzên emnî yên Iraqê hatin kuştinê û 7 jî birîndar bûn.