Êrişa dubare ya mûşekî ser meqera Al-Tacî ya Iraqê
Adar 14, 2020 14:19 Asia/Tehran
Çavkaniyên medyanî li bara avêtina çend rokêtan ser meqera eskerên emerîkî li baregeha Al-Taciyê li bakurê Bexdaya paytexta Iraqê agahî da.
Li gorî rapora roja şemiyê ya Al-Alam`ê, li çend rojên buhurî eva cara dudyan e ku meqera eskerên dagirkir ên emerîkî li meqera El-Taciyê dikeve ber êrişan.
Hin çavkaniyên nûçan raghandin ku heta niha zêde ji 20 mûşekên Katyûşa li beşa emerîkî ya meqera eskerî ya Al-Taciyê li bakurê Bexdayê ketine.
Li bara hejmara kuştiyên vê êrişê tiştek nehatiye weşandin.
Meqera El-Tacî çaremiya buhurî jî ket ber êrişa çend mûşekan .
Rayedarên emerîkî kuştina du eskerên vî welatî, eskerekî brîtanyayî û birîndarbûna 12 kesên din li encama vê êrişa mûşekî piştrast kirine.