Iraqê balyozên Amerîka û Englîsê vexwendin wezareta derve
Adar 13, 2020 14:08 Asia/Tehran
Li pey êrîşa esmanî ya Amerîkayê ser baregehên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê, wezîrê karên derve yê vî welatî îro Înê balyozên Amerîka û Englîsê li Bexdayê vexwendin wezareta derve.
Ligorî rapora Sumeriye Newsê, Wezîrê karên derve yê Iraqê îro civîneke awarte digel nûner û şêwirmendên vê wezaretxanê pêk anî da ku kiryarên derbarê vê êrîşa Amerîkayê hilkolîne.
Wî her wiha balyozên Amerîka û Englîsê jibo şirovedana derbarê vê êrîşê hazir kirin.
Pêştir jî endamekî parlimana Iraqê qala destpêkirina komkirina îmzeyên nûneran bi armanca lidarxistina civîna awarte û hilêxistina helwêsteke rohn û ciddî derbarê binpêkirina hakimiyeta Amerîkayê ji aliyê Amerîkayê va kiribû.