Berhem Salih "Êrîşên Derveyî" li ser Iraqê şermezar kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i313984-berhem_salih_Êrîşên_derveyî_li_ser_iraqê_şermezar_kir
Berhem Salih Serokomarê Iraqê bi dayîna daxuyaniyekê, êrîşa derveyî ser hin baregeha li nav axa Iraqê şermezar kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 13, 2020 12:28 Asia/Tehran
  • Berhem Salih

Berhem Salih Serokomarê Iraqê bi dayîna daxuyaniyekê, êrîşa derveyî ser hin baregeha li nav axa Iraqê şermezar kir.

Li gorî rapora malpera Serokomartiya Iraqê, Serokoamrê Iraaqê di vê daxuyaniyê da êrîşa esmanî li ser hin baregeha li nav axa Iraqê ji wan firokexxaneya di halê çêkirinê ya Kerbelayê ku di encamê da hejmareke kesên girêdayî bi hêzên ewlehiyê yên Iraqê û welatiyan şehîd û birîndar bûn, şermezar kir û ew wek Binpêkirina serweriya neteweyî da zanîn.

Berhem Salih di dewamê da careke din tewsiye kir ku çareseriya rewşa ewlehiyê tenê bi riya piştevaniya ji dewleta Iraqê jibo cihanîna berpirsiyariyên xwe û xurtkiirina şiyan û vîna wê bi mebesta cihanîna qanûnê û parastina hakimiyeta neteweyî û rêgirtin ji veguherîna erdên vî welatî bo qada şerê bi nûnertî derbas dibe.

Wî di dewamê da ragihand: Babetên berdewam ên binpêkirina hakimiyeta welêt bi wateya lawazkirina plandarêştî û bitalûke ya iqtidar û hêza Iraqê ye ku hevdem di qonaxekê da pêk tê ku Iraq tûşî kêşeyên kûr û giran ên siyasî, abûrî, malî, ewlehî û tendurustiyê bûye. Berhem Salih di dawiyêî da ji Civaka Cîhanî xwest ku pişta Iraqê jibo têkoşîna dijî têrorîsmê û rêzgirtin li hakimiyet û biryardana serbixwe ya Iraqê bigire.