Êrişa hewayî ser meqerên Heşda Şebî li Bûkemala Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i313965-Êrişa_hewayî_ser_meqerên_heşda_Şebî_li_bûkemala_sûriyê
Çavkaniyên sûrî li bara êrişa balefirên ku diqewime yên Emerîkayê bin ser meqerên Heşda Şebî nêzîkî sînorê navbera Sûriyê û Iraqê agahî dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 12, 2020 13:03 Asia/Tehran
  • Êrişa hewayî ser meqerên Heşda Şebî li Bûkemala Sûriyê

Çavkaniyên sûrî li bara êrişa balefirên ku diqewime yên Emerîkayê bin ser meqerên Heşda Şebî nêzîkî sînorê navbera Sûriyê û Iraqê agahî dan.

Televîzyona dewletî ya Sûriyê raghand balefirên ku muhtemel e yên hevalbendiya navdewletî bi serkirdetiya Emerîkayê bin, vê sibê hin navçên başûrê rojhilata Bûkemalê bombebaran kirin. 

 Malpera nûçan a Rûsiya El-Yewmê, hêza hewayî ya hevalbendiya bi serkirdetiya Emerîkayê sebebkarê êrişa ser meqerên Heşda Şebî raghand. 

 Kanala Meyadînê jî li bara geştlêdana berfireh a balefirên cengê yên emerîkî ser esmanê parêzgeha Enbarê li rojava Iraqê agahî da û got:Esmanê meqera Eyn Esedê jî şehedê firîna helîkopteran e. 

 Eva li halekê ye ku medya iraqî çarşemiyê şevê li bara avêtina 10 rokêtan ber bi meqera eskerî ya El-Taciyê ku cihê damezrîna hejmarek ji hêzên terorîst yên Emerîkayê li Iraqê ye, agahî dan. Rayedarên emerîkî kuştina du eskerên vî welatî, eskerekî inglîzî û birîndarbûna 12 kesên din li encama vê êrişa roketî piştrsat kirin.