Parlemanterê iraqî: Balyuzxana Amerîkayê li hilbijartina serokwezîrê Iraqê mudaxile dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i313953-parlemanterê_iraqî_balyuzxana_amerîkayê_li_hilbijartina_serokwezîrê_iraqê_mudaxile_dike
Parlemanterê Iraqê yê endamê Hevpeymaniya Sadiqûn Muhemed El-Beldawî pêgîrî kir ku balyuzxana Amerîkayê li Bexdayê ji riyên xwe yên siyasî ve li hilbijartina serokwezîrê Iraqê mudaxile dike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 12, 2020 05:32 Asia/Tehran
  • Parlemanterê iraqî: Balyuzxana Amerîkayê li hilbijartina serokwezîrê Iraqê mudaxile dike

Parlemanterê Iraqê yê endamê Hevpeymaniya Sadiqûn Muhemed El-Beldawî pêgîrî kir ku balyuzxana Amerîkayê li Bexdayê ji riyên xwe yên siyasî ve li hilbijartina serokwezîrê Iraqê mudaxile dike.

Li gor IRNA, El-Beldawî li gotûbêja xwe ya bi nûçegihanan re got ku balyuzxana Amerîkayê li Bexdayê ji bo cihê hêzên vî welatî li Iraqê qahêm bike li karûbarê bijartina serokwezîr li Iraqê mudaxile dike.

Vî parlemanterê endamê Hevpeymaniya Sadiqûn desnîşan kir ku hevgirtin û wekheviya bawer û fikra komên siyasî yên şîyî li Iraqê bûye sedema bê encamiya zext û zorên Amerîkayê di warê bijartina serokwezîrek ku bi mayîna hêzên amerîkî li Iraqê de qayil bibe.

 El-Beldawî herwiha got: Waşîngton lê digera kesek bibe serokwezîr ku qebûl ke hêzên Amerîkayê li Iraqê bimînin û xwestekên Amerîkayê cih bîne.