Heşda Şebiya Iraqê: DAIŞ bi piştgiriya Amerîkayê li Iraqê maye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i313917-heşda_Şebiya_iraqê_daiŞ_bi_piştgiriya_amerîkayê_li_iraqê_maye
Fermandeyê Rêxistina Heşda Şebiya Iraqê got: Terorîstên DAIŞê di wan deveran da ne ku hêzên amerîkî li wir in.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 10, 2020 14:02 Asia/Tehran
  • Heşda Şebiya Iraqê: DAIŞ bi piştgiriya Amerîkayê li Iraqê maye

Fermandeyê Rêxistina Heşda Şebiya Iraqê got: Terorîstên DAIŞê di wan deveran da ne ku hêzên amerîkî li wir in.

Li gor Fars Newsê Elî El-Huseynî Fermandeyekî Rêxistina Heşda Şebiya Iraqê rola Amerîkayê li Iraqê xirab û di çarçova piştgiriya ji DAIŞê da zanîn û got: Terorîstên DAIŞê bi  awayekî veşartî ji aliyê Amerîkayê vê tên piştgirîkirin û Amerîka destekê dide wan.

Li gor nûçeyeke din ji Iraqê çavkaniyeke agahdar di nav hêzên ewlekariyê yên Iraqê ragihand ku fermandeyekî Heşda Şebî di encama êrişa DAIŞê de li bakura rojhilata parêzgeha Diyalê hat kuştin û 4 hêzên iraqî jî birîndar bûn.

Hêzên Iraqê eva çend meh in operasiyoneke berfire ji bo jinavbirina paşmayiyên DAIŞê dane despêkirin .