Pênc sînorên Iraqê bi Îranê re bi awayekî demkî hatin girêdanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i313887-pênc_sînorên_iraqê_bi_Îranê_re_bi_awayekî_demkî_hatin_girêdanê
Ev kiryara dewleta Iraqê bona zêdekirina kelûmelên tendrsutiyê li sînorên bejahiyê bona rawestana li ber belavbûna Vîrûsa Koronayê û zêdekirina kontrolên sînorî bo heftiyekê cih hatiye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 09, 2020 12:22 Asia/Tehran
  • Pênc sînorên Iraqê bi Îranê re bi awayekî demkî hatin girêdanê

Ev kiryara dewleta Iraqê bona zêdekirina kelûmelên tendrsutiyê li sînorên bejahiyê bona rawestana li ber belavbûna Vîrûsa Koronayê û zêdekirina kontrolên sînorî bo heftiyekê cih hatiye.

 Li gor ragihandina berpirsên derbasgehên sînorî yên Îranê, şêwirîn û muzakirên bona peragalkirina sînoran bi îmkanatê tenrsutiyê û baştirkirina kontrola navbera her du aliyan li halê cihhatinê ye û hin pêşniyar bo aliyê Iraqê hatine raghandin ku ev dema yek hefteyî bibe çend roj. 

 Li gor raghandina taxima derbasgehên sînorî yên Iraqê, pênc derbasgehên sînorî yên Şelemçê, Şîb, Zerbatiyê, Menzeriyê û Meneliyê navbera Îran û Iraqê ji duh va hatine girêdanê û ew derbasgeh ji 8 Adarê heta 15 Adarê dê girtî bin. 

 Li gor raghandina gumruka Îranê, sînorên hevpar ên Îran û Iraqê li Herêma Kurdistanê vekirî ne lê hatûçûyîna kamyonan li van sînoran rastî trafîkê hatiye. 

 Her wiha bi tivdîra berpirsên gumrukên sînorî, Temerçîna Pîranşarê, Başmaxa Merîwanê û Perwîzxanê, şîftên xebatê yên kedkaran zêde bûne û li gumrukên Temerçîn û Başmaxê kedkarên gumrukê piştî nîva şevê de xzimetên gumrukê raber dikin.