Şemxanî: Gelê Iraqê hewcetiye bi hebûna biyaniyan tuneye
Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê Yekşemiyê di hevdîtina vbi Berhem Salih, Serokomarê Iraqê ra li Bexdayê got: Gelê Iraqê bi başî berjewendiyên xwe nas dike û hewcetîyek bi hebûn û dasepandina nêrîna biyaniyan tuneye.
Li gorî rapora Fars Newsê, Elî Şemxanî, Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê di vê hevdîtinê da li ser helwêsta bingehîn a Komara Îslamî ya Îranê ya piştevaniya ji serwerî, serxwebûn û vîna gelê Iraqê di hemî waran da pêgirî kir û hêvî kir ku bi beşdarî û sebra hemî komên siyasî û berûlayên qewmî û mezhebî, herî zûtir dewleta pêkhatî ji xwest û vîna gelê Iraqê rêvebiriya karan li vî welatî bigire destê xwe.
Berhem Salih jî di vê hevdîtinê da bi gotina vêya ku Komara Îslamî ya Îranê dost û hevpeymana dewrana dijwar a Iraqê ye, got: Gelê Iraqê hertim sipasdarê gel û dewleta Îranê ye.
Serokomarê Iraqê li ser pêwîstiya berfirehkirina pêwendiyên dualî û xurtkirina hevkariyan navbera Têhran û Bexdayê di warên cûrbecûr nemaze di warê têkoşîna dijî têrorîsm û zêdegaviyê pêgirî kir û got: Xurtbûna pêwendiyên dîrokî û berjewendiyên du welatan riya pêşber jibo gihîştina bo armamncê xweş kiriye.