Şemixanî: Îran istiqrar û aramîyê ji bo Iraqê hêvî dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i313858-Şemixanî_Îran_istiqrar_û_aramîyê_ji_bo_iraqê_hêvî_dike
Serokê Civata Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê bi gotina vê yekê Komara Islamî ya Îranê jibo Iraqê istiqrar û aramnîyê hêvî dike, dîyar kir: Iraq dikare di pêşerojê de di meseleyên navçeyî û cîhanî de rolê bilîze.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 08, 2020 13:30 Asia/Tehran
  • Şemixanî: Îran istiqrar û aramîyê  ji bo Iraqê hêvî dike

Serokê Civata Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê bi gotina vê yekê Komara Islamî ya Îranê jibo Iraqê istiqrar û aramnîyê hêvî dike, dîyar kir: Iraq dikare di pêşerojê de di meseleyên navçeyî û cîhanî de rolê bilîze.

Elî Şemixanî Serokê Civata Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê îro piştî hevdîtina digel Falih Feyyaz Rawêjkarê Ewlehîya Netewî ya Iraqê li Bexdayê, di civîna çapemenîyê ya hevpar de amajeyî vê yekê kir ku di vê hevdîtinê da meseleyên curbicur ên ewlehî û navçeyî hatin hilkolandinê û dîyar kir: Ji sala 2003`yê va hevkarî, hevfikrî, şirîkatî û hevkarîya dewlet û gelên Îran û Iraqê di warên curbicur ên aborî, sîyasî, civakî, tenduristî û dermankirinê de berfiretir bûne.

Şemixanî herwiha biryar û kiryara dewlet, Parliman û gelê Iraqê jibo derxistina hêzên amerîkî şayanî qedirgirtinê zanî.

Falih Feyyaz Rawêjkarê Ewlehîya Netewî ya Iraqê jî di vê civana çapemenîyê ya hevpar de got ku Bexda girîngîyê dide hevkarîya bi Têhranê re ya di hemî waran de û dixwaze hevkarîya di hemî waran de bê berfirekirinê.

Wî herwiha pêgirî kir: Gel û dewleta Iraqê alîkarîyên Îranê di dema têkoşîna dijî DAIŞ`ê de ji bîr nakin.

Elî Şemixanî Serokê Civata Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê şeva buhurî digel desteyeke pillebilind a sîyasî-emnî çû Bexdayê û seredana wî yê 2 rojan bidome.