Berhem Salih rêxweşker e û çavê wî ser Ebdulmehdî ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i313852-berhem_salih_rêxweşker_e_û_çavê_wî_ser_ebdulmehdî_ye
Tevî ku pirranîya alîyên sîyasî li Iraqê dixwazin berbijarê bê yê posta Serokwezîrtîyê bêalî be, çawan ku çend meh in xwenîşandar dawayê dikin û daxwazîyên wan bicih nayên, iraqî pê dihesin ku di qanûna par û pişkdayîna hizbî da, ev daxwaza nîvcû jî dabîn nabe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 08, 2020 12:44 Asia/Tehran
  • Berhem Salih rêxweşker e û çavê wî ser Ebdulmehdî ye

Tevî ku pirranîya alîyên sîyasî li Iraqê dixwazin berbijarê bê yê posta Serokwezîrtîyê bêalî be, çawan ku çend meh in xwenîşandar dawayê dikin û daxwazîyên wan bicih nayên, iraqî pê dihesin ku di qanûna par û pişkdayîna hizbî da, ev daxwaza nîvcû jî dabîn nabe.

Bi saya dewama xitimîna sîyasî ya di nav fraksyonên Şîe ji alîyekî va, asêbna sîyasî ya fraksyonên Sunne ji hêla din ve, vê sênaryoyê hegereke xurt peyda kirîye.

Vê rewşê wê demê serî hilda, ku Hevalbendîya Sairûnê bi serokatîya Muqteda Sedir şemîya buhurî daxwaz kir ku kesayetîyekî sîyasî yê destpak were berbijarkirinê, ku nebe mijara nîqaşa alî û kesan.

Elî Gawî Cîgirê Serokê Hevalbendîya Sairûnê di daxûyanîyekê de bi giranî pêgirî ser berbijarkirina kesayetîyekî bêalî kir û dîyar kir ku lihevkirina sîyasî di vî warî de gellekî girîng e, amajeyî vê yekê jî kir ku Hevalbendîya Sairûnê piştgirîyê dide wî kesî ku bêalî û serbixwe be, bilî ku Sairûnê berî vîya piştgirî dida Ellawî.

Înîya buhurî jî Fraksyona Sadiqûnê helwesta xwe aşkira kir û derbarê danuistandinên bi armanca kivşkirina berbijarekî jibo posta Serokwezîrtîyê de basa wan tê kirinê. Neîm Ebûdî Parlimanterê Fraksyona Sadiqûnê di vî warî de got: Qêys Xezelî Serokê Esaib Ehli Heqê ev helwesta aşkira kirîye ku Fraksyona Sadiqûnê di danuistandinên kivşkirina berbijarê Serokwezîrtîyê de hîç berbijarekî bo wê postê û hîç Wezîrekî jibo kabînê pêşnîyar nake.

Eyser Cadirî Endamê Civata Rêvebirîya Hikmeyê jî got: Em li ber demeke kivşkirî ya qanûnî da ne ku 5 roj lê derbas bûne û hela hefteyek maye ta ku bi awayekî hûr ser berbijarê wê postê bisekinin.

Cadirî herwiha got: Hema 2 rojan piştî vekişîna Ellawî ji pêkanîna kabînê, danuistandin û gotûbêjên di vî warî de destpê bûne.

Eyser Cadirî Endamê Civata Rêvebirîya Hikmeyê di dawîyê de got: Yek ji hegerên işkesta Ellawî plana wî bû, plana wî nekarî pêbawrîyê bixe demajoya sîyasî ya Iraqê.