Iraqê ji ber Koronayê biryareke nû da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i313826-iraqê_ji_ber_koronayê_biryareke_nû_da
Li Iraqê tedbîrên bo girtina pêşîya vîrusa Koronayê tên zêdekirin. Li gor dawîn biryara hatiye belavkirin, karkirina li hemû dezgehên hikûmî hat rawestandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 07, 2020 04:40 Asia/Tehran
  • Iraqê ji ber Koronayê biryareke nû da

Li Iraqê tedbîrên bo girtina pêşîya vîrusa Koronayê tên zêdekirin. Li gor dawîn biryara hatiye belavkirin, karkirina li hemû dezgehên hikûmî hat rawestandin.

Desteya Qeyranê ya Iraqê bi mebesta girtina pêşîya belavbûna Koronayê civîya ku Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê jî tê de amade bû.

Di wê civînê de biryar hat dayîn, jibilî karmendên tendirustiyê û hêzên emnî, karê hemû dezgehên hikûmî li Iraqê hat rawestandin.

Ligorî agahîyan ew rawestandina karkirinê dê heta 15ê Adarê bidome.

Herwiha di heman civînê de biryar hat dayîn, ragirtina xwendinê heta 21ê vê mehê bê dirêjkirin.