Tevgera Esaib Ehli Heqê: Bila pergala sîyasî ya Iraqê were guhertin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i313801-tevgera_esaib_ehli_heqê_bila_pergala_sîyasî_ya_iraqê_were_guhertin
Serokê Tevgera Esaib Ehli Heq a Iraqê ji gelê vî welatî xwest ku daxwaza guhertina pergala sîyasî û serrastkirina Destûra Bingehîn bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 05, 2020 15:07 Asia/Tehran
  • Tevgera Esaib Ehli Heqê: Bila pergala sîyasî ya Iraqê were guhertin

Serokê Tevgera Esaib Ehli Heq a Iraqê ji gelê vî welatî xwest ku daxwaza guhertina pergala sîyasî û serrastkirina Destûra Bingehîn bikin.

Qêys Xezelî Serokê Tevgera Esaib Ehli Heq a Iraqê amajeyî vê yekê kir ku rewşa sîyasî, civakî û aborî ya Iraqê bi dû nerazîbûnên di sala buhurî de heta nika aloz bûye û got: Pergala parlimanî ya ser bingeha pişkxwazîya partîyan, ew jî ne pirranîya partîyan, hegera sereke ya piresgirêkên sîyasî yên Iraqê û heta dema ev pergala hebe, pişkxwazî jî dê bidome.

Xezelî herwiha got: Çaksazîya rastî ew e ku Destûra Bingehîn were guhertin neku, hemî pêngavên têkildarî çaksazîyê dê bandoreke kêm û bisînor hebin.

Serokê Tevgera Esaib Ehli Heq a Iraqê herwiha got: Kabîna nû divê ji Wezîrên serbixwe pêk were ta ku hemî partî û alîyên sîyasî pişta wan bigirin.

Xezelî derbarê hebûna hêzên amerîkî li Iraqê de jî got: Amerîkayê planeke taybet li Iraqê û navçê heye û bi hebûna Heşdi Şeibîyê nekarî bi rêka DAIŞ`ê bigihêje daxwazên xwe.

Serokê Tevgera Esaib Ehli Heq a Iraqê di dewamê de bi vê pirsê ku gelo çima Amerîka hêzên xwe ji Sûrîye û Efganistanê vedikişîne lê pêkutîyê ser ragirtina hêzên xwe li Iraqê dike? got: Armanca sereke ya plana Amerîkayê piştgirîya ji berjewendîyên Rêjîma Sîyonîst û perçekirina Iraqê ye.

Wî herwiha ji gel û dewleta Iraqê xwest ku bi awaykî ciddî derxistina leşkerên amerîkî ji axa Iraqê bişopînin.