Wezareta Tenduristîya Îraqê: 3 haletên din ên tûşbûnê bi Koronayê hatin tomarkirinê
Wezareta Tenduristîya Îraqê ragihand ku 3 haletên din ên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê hatin tomarkirinê ku 2 ji wan li Dîyalê ne û yek jî li Necefê. Bi vî awayî hejmara tûşbûyîyan giheşte 35 kesî.
Berdevkê Wezareta Tenduristîya Iraqê Seyf Bedir di daxûyanîyekê e ragihand ku 3 haletên din ên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê hatin tomarkirinê û kesekî li Bexdayê ji ber tûşbûna bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest da.
Wezareta Tenduristîya Herêma Kurdistanê jî duh ragehand, mixabin yekem nexweşê Vayrosa Koronayê ku 63 salî bû li Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest da.
Li gorî agahîyan, ew kesê canê xwe ji dest daye, pêşnimêj bûye ku duh rewşa tenduristîya wî têkçû û piştî demeke kêm ji têkçûna rewşa tenduristîya wî canê xwe ji dest da.
Wazareta Tenduristîya Iraqê di vî warî de jî ragehand, pênc halet li Silêmanîyê hatine tomarkirin û guman tê kirin ku haleta şeşem jî hebe, ku pîremêrek e ku hejmareka nexweşîyên dirêjdem jî hebûn û rewşa tenduristîya wî ne misoger bû. Em hela jî dilniya nîn û nehatîye piştrastkirin ku wî jer ber Koronayê canê xwe ji dest dabe.