NY: Pêwîst e gotûbêjên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê bên domandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i313765-ny_pêwîst_e_gotûbêjên_navbera_herêma_kurdistanê_û_bexdayê_bên_domandin
Nunera Sekreterê Gişt NY li Iraqê raghand pêwîst e aliyên iraqî rewşa nû ya welatê xwe berçav bigrin û her wiha li bara serîhildana metirsiyên DAIŞê hişyarî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 04, 2020 13:37 Asia/Tehran
  • NY: Pêwîst e gotûbêjên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê bên domandin

Nunera Sekreterê Gişt NY li Iraqê raghand pêwîst e aliyên iraqî rewşa nû ya welatê xwe berçav bigrin û her wiha li bara serîhildana metirsiyên DAIŞê hişyarî da.

Cînîn Hênîs Plasxwart Nunera Sekreterê Gişt NY li Iraqê li gotarekê li civîna Encumena Asaiyişa Navdewletî raghand: Piştî îstifaya Adil Ebdulmehdî serokwezîrê rasipartî, yanê Muhemed Elawî nekarî  piştgiriya aliyên curbicur werbigre û paşde kişya. 

Nunera NY li Iraqê her wiha teqez kir:Hegera  işkesta Elawî li pêkanîna kabîna xwe ji ber nakokiya navbera aliyên têkildar bû. 

Wê her wiha eşkere kir, Divê hevpeymaniya navdewletî li Iraqê pêşiya serîhildana dubare ya DAIŞê bigre. 

Nunera sekreterê giştî yê NY li Iraqê li bara pirsgirêkên navbear Herêm û Bexday jî got ku li mideha derbasbûyî hevahengî û hevfehmkirin navbera her du aliyan hebûye û pêwîst e gotûbêj bên domandin. 

Wê raghand ku 3 milyon zarok û ciwan li Iraqê hevceyî hene bi hevkariya mirovî û dê bi hevkariya Koreya başûr av û pêwîstiyên tendrsutiyê bo zarokên Iraqê bên dabînkirin.