Mihemed Tewfîq Elawî dev ji damezirandina kabîneya Iraqê berda
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i313698-mihemed_tewfîq_elawî_dev_ji_damezirandina_kabîneya_iraqê_berda
Mihemed Tewfîq Elawî serokwezîrê Rasipartî yê Iraqê Yekşemiyê bgi şev bi peyameke vîdyoyî ragihand ku dev ji damezierandina kabneyê berdaye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 02, 2020 05:30 Asia/Tehran
  • Mihemed Tewfîq Elawî dev ji damezirandina kabîneya Iraqê berda

Mihemed Tewfîq Elawî serokwezîrê Rasipartî yê Iraqê Yekşemiyê bgi şev bi peyameke vîdyoyî ragihand ku dev ji damezierandina kabneyê berdaye.

Li gorî rapora Pars Today'yê, Mihemed Tewfîq Elawî hegera devberrdana xwe ji dameazirandina kabîneyê zextên siyasî yên hin koman da zanîn.

Mihemed Tewfîq Elawî tevî amajeya bi daxwaza hin koman jibo wergirtina wezaretekê, ji xwenîşanderên iraqî xwest ku bi zêdekirina zexta ser van koman daxwzên xwe yên neetweyî bişopînin.

Mihemed Tewfîq Elawî her wiha nameyek ji Berhem Salihê serokoamrê Iraqê ra şand û ji ber serneketina xwe di damezirandina kabîneyê da daxwaza lêborînê kir.

Berhem Salih jî tevî qebûklkirina devberdana Mihemed Tewfîq Elawî ji damezirandina Kabîneyê ragihand ku ewê di heyama 15 rojên tê da bi şêwirîna tev komên cûrbecûr serokwezîrekî nû bide nasandin.

Roja Yekşemiyê civîna dengê Pêbaweriyê ya Parlimana Iraqê bo Kabîneya Mihemed Tewfîq Elawî ji ber negihîştina hejmara kursiyan bo asta pêwîst, bo cara pêncem di hefteyekê da paşda ket.

Îro Duşemî dawîn moleta Elawî jibo damezirandina Kabîneyê bû.

Ji 329 parlementerên Iraqê tenê 108 kes di civîna roja Yekşemiyê da bûn.