Civîna Parlemana Iraqê dîsan hat paşdaxistinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i313691-civîna_parlemana_iraqê_dîsan_hat_paşdaxistinê
Civîna Parlemana Iraqê bi hegera pişikdarnebûna di asta pêwîst a parlemanteran ku taybetî dayîna dengê pêbawerîyê bo kabîna Ellawî bû, hat paşdaxistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 01, 2020 15:32 Asia/Tehran
  • Civîna Parlemana Iraqê dîsan hat paşdaxistinê

Civîna Parlemana Iraqê bi hegera pişikdarnebûna di asta pêwîst a parlemanteran ku taybetî dayîna dengê pêbawerîyê bo kabîna Ellawî bû, hat paşdaxistin.

Bilî ku civîna îro ya Parlemana Iraqê hat paşdaxistinê, hîç demek jî jibo wê civîna taybet nehat kivşkirinê.

Hevgavê vê yekê Serokê Parlemana Iraqê, Mihemed Helbusî ragihand, sibe Duşemê 2ê Adarê dawîn derft e ku kabîneya Serokwezîrê raspartî yê Iraqê Mihemed Tofîq Ellawî ji Parlemanê dengê pêbaweriyê werbigire.

Ji hêla din ve Serokwezîrê destjikarkişandî yê Iraqê ji alîyên sîyasî re gotîye ku amade ye ser posta xwe bimîne. 

Çavkanîyekî ji kanala Russia Al Yawmê re ragihandîye ku Adil Ebdulmehdî ji biryara xwe ya berê vegerîyaye û amadebûna xwe ragihandîye jibo domandina posta xwe wek Serokwezîrê Karbirêker.

Wê çavkanîyê herwiha pêşbînî kir ku Adil Ebdulmehdî li posta xwe bimîne ji ber wan nakokîyên di navbera alîyên sîyasî de ku bûne sedema wê çendê ku Parleman dengê pêbawerîyê nede kabîna Ellawî.