Parlimana Iraqê dê sibê civîna dengê pêbawerîyê bo kabîna Ellawî lidar bixe
Biryar e ku Parlimana Iraqê sibê jibo ku dengê pêbawerîyê bide kabîna Serokwezîrê rasipardî Mihemed Tofîq Ellawî bicive.
Biryar bû ku îro Parlimana Iraqê di civînekê de dengê pêbawerîyê bida kabîna Mihemed Tofîq Ellawî Serokwezîrê rasipardî yê Iraqê lê, Fraksyonên Kurdan û Seunneyan wek berteka himberî bicihneanîna daxwazên wan, neçûn civînê û bi vî awayî asta pêwîst a pişikdarîya parlimanteran serêxwe negirt.
Di vî halî da Kazim Rikabî parlimanterê Hevalbendîya Delweta Qanûnê bi serokatîya nûrî Malikî got ku Mihemed Tofîq Ellawî serokwezîrê rasipardî bo pêkanîna kabîna nû di serederîya digel alîyên sîyasî derbarê bijartina endamên kabîna pêşnîyarkirî da, mêkanîzmeke durist negirtîye ber xwe û hîç kesekî erkdarê pêkanîna kabînê nikare ji alîyên sîyasî derbas be û wan nebîne.
Ji hêla din ve Rêbîn Selam parlimanterê PDK li Parlimana Iraqê got: Heke civîna Parlimana Iraqê ya taybet bi dayîna dengê pêbawerîyê bo kabîna Ellawî heta roja Duşema tê bi hegera pişikdarnebûna di asta pêwîst a parlimanteran neyê lidarxistinê, ligorî xala 18 ya destûra bingehîn Berhem Salih Serokomarê Iraqê dê karubarên Serokwezîr bigire destê xwe.