Civîna Parlimana Iraqê ya têkildarî Kabîna Ellawî hat paşdaxistinê
Sibat 29, 2020 04:40 Asia/Tehran
Serokê Parlimana Iraqê di bersiva daxwaziya Mihemed Tewfîq Elawî da civîna awarte ya Parlimanê ya dayîna dengê pêbawerîyê bo kabîna pêşnîyarkirî ya Serokwezîrê rasipardî rojekê paşda xist.
Mihemed Helbûsî Serokê Parlimana Iraqê di daxûyanîyekê de ragihand ku Serokatîya Parlimanê daxwaza Mihemed Tofîq Ellawî Serokwezîrê rasipardî bo pêkanîna kabîna nû ya Iraqê jibo ku civîna awarte û taybet bi dengê pêbawerîyê bo kabîna pêşnîyarkirî ya wî bo sibê nîvro qebûl kir.
Biryar bû civîna awarte ya Parlimana Iraqê jibo dayîna dengê pêbawerîyê jibo kabîna pêşnîyarkirî ya Mihemed Tofîq Ellawî îro were lidarxistinê.